Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Thomas Barrack got ku rêveberiya nû ya Sûriyê bi Îsraîlê re danûstandinan dike.
Lê Wezîrê Derve yê Israîlê jî piştrast kir ku ew bi tu awayî ji Colanê dernakevin.
Nûnerê Amerîka Thomas Barrack eşkere kir ku di danûstandinan de, hemû doz, pirsgirêkên sînorî û ketinên Îsraîlê dinava xaka Sûriyê dihewîne.
Îsraîl: Ji bo lihevkirinê, divê şam serweriya Îsraîlê li Volanê nasbike
Wezîrê karê derve yê Îsraîlê, Gideon Sa’ar eşkere kir ku hebûna hêzên Îsraîlê li çiyayên Colanê mercekî bê veger e,
Bi gotina wezîrê Israîlê, berî lihevkirina Ehmed El-Şeri bi Israîlê, divê Şam serweriya Israîl a li Colanê nas bike.
Beriya çend rojan jî Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê تساحي هانيجبي Tzachi Hanegbi ragihand Îsraîlê bi hikumeta veguhêz a Sûriyê diyaloga rasterat û rojane dike û got.
Dibê ku Sûrî tevlî peymana Îbrahîmî a bi Îsraîlê re bibe.



