Berdevkê Saziya Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîr ragihand ku di encama êrişa Îsarîlê ya li ser girtîgeha Evîn ya li Tehranê de, 71 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Esxer Cehangîr derbarê êrişa Îsraîl ya li ser girtîgeha Evînê de daxuyaniyek da û got; “Kesên jiyana xwe ji dest dane karmendên girtîgehê, kesên xizmeta leşkerî dikirin, hinek girtî ne, xizmên girtiyên ji bo serdanê hatibûn û hinek jî cîranên girtîgehê ne.”
Cehangîr diyar kir ku ji ber êrişê ziyanek mezin gihiştiye avahiya girtîgehê, cihê hevdîtina malbat û girtiyan û avahiya dozgeriya giştî ya li girtîgehê.
23’ê Hezîranê balafirên şer yên Îsraîlê girtîgeha Evîn ya li Tahranê bombebaran kiribûn.
Li vê girtîgehê Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de gelek girtiyên din yên siyasî têne ragirtin.



