Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku dewamkirina doza nelirêtiyê ya têkildarî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ‘ne ya qebûlkirinê’ ye.
Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê got:
DYA ji bo parastin û piştgiriya bi Îsraîlê re salê bi milyaran dolarî xerc dike.
Ev rêje ji xerckirina ji welatekî cuda pir pir zêde ye.
Serokê DYE’yê ji bo Binyamin Netanyahu jî wiha anî ziman:
”Çawa dibe ku zext li Serokwezîrê Îsraîlê bê kirin ku tevahiya rojê li salona dadgehê bimîne”.
Roja Înê, dadgeheke îsraîlê daxwaza taloqkirina rûniştinên doza nelirêtiyê ya Netanyahu ji bo du hefteyan red kiribû.
Parêzerê Serokwezîrê Îsraîlê şerê bi Îranê re, şerê li Xezeyê weke hinceta ‘bûyerên li herêmê û cîhanê’ nîşan da û xwest, doza ku hefteya bê jinûve bê destpêkirin bê taloqkirin.
Piştre ji bo du rûniştinên bê werin betalkirin daxwaznameyeke nû pêşkêşî dadgehê kir.
Donald Trump di daxuyaniyekê de xwestibû doz bê betalkirin û heta niha zextê li dadgeriya Îsraîlê dike ku doza li dijî Netanyahu rake.



