Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî 66 salî revand û erebeya wî dizî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja Înê (27 Hezîran) şêniyê bi navê Îbrahîm Hemo Şero yê 66 salî revand.
Li gorî rêxistinê, Îbrahîm Hemo Şero yê ji xelkê gundê Erşîqbarê ye li mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birîn.
Heman rêxistinê aşkere kir ku çeteyan erebeya Îbrahîm Şero ya ku 14 salan ve milkê wî ye jî jê standin. Çeteyan, koda Helebê ya li serê erebeyê wekî hinceta revandin û diziya erebeyê nîşan da.
Heya niha aqûbeta Îbrahîm Şero nayê zanîn.



