Rêveberiya Deriyê Sînor yê Sêmalkayê ji bo hêsankirina derbasbûna welatiyan ji Herêma Kurdistanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûryê ve, biryarên nû derxistin.
Li gorî agahiyke ku Rêveberiya Deriyê Sînor yê Sêmalkayê li ser hesabên xwe yên fermî weşandiye, êdî hemû welatiyên Sûriyê, bêyî ku kefîlekî destnîşan bikin, dikarin di deriyê Sêmalka re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûryê bibin.
Rêveberiya da zanîn ku wan berê ji ber sedemên ewlehiyê ji welatiyên ku dixwestin derbas bibin navê kefîlekî dixwest, lê piştî hilweşîna rejîma Bais`ê êdî ew sedem nema û hemû welatiyên Sûriyeyê dikarin li deriyê Sîmalka re derbas bibin.
Rêveberiya Deriy Sînor yê Sêmala ragihand ku kesên bi rêya asmanî çûne Herêma Kurdistanê nikarin di rêya deriyê Sêmalka re vegerin.
Her wiha da zanîn ku wan heta niha nêzî 500 welatiyên ku dema pasportên wan bihurî ye ji herêma Kurdistanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.



