Ji malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Sultan Ziyab El Hemûd re sersaxî hat xwestin.
Li Reqayê ji bo şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Sultan Ziyab El Hemûd sersaxî hat xwest.
Şêniyên Reqayê, tevî endamên meclis û saziyên sivîl herikîn bin konê sersaxiyê ku li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat vedan.
Di bin konê sersaxiyê de merasîmeke hat lidarxistin. Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Cemîla Xelîl axivî û sersaxî da malbata şehîd. Cemîla soza şopandina rêya şehîdan, pêkanîna jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de da.
Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Nûr El Şueyb jî şehîd bi bîr anî û got: “Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbyayê em bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdan ditewînin ku bi saya wan bi bi azadî û rûmet dijîn.”
Nûr bi domdarî got: “Dema em navê şehîdan dibêjin em serbilind dibin. Şehîd hêvî û biryardariya me ya li ser heqiyê ne. Em dê heya bicihanîna xeyalên şehîdan ên jiyaneke bi rûmet li welatekî azad têkoşînê berdewam bikim.”
Di merasîmê de hevserokê Weqfa Efrîn a li Reqayê Mihemed Reşîd jî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina rêya şehîdan da.
Mihemed Reşîd bal kişand ser berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê û wiha got: ” Xelkê Efrîn û Şehbayê di bin ala serkeftinê û girêdana bi xeta Rêberê aştî û mirovahiyê Abdullah Ocalan ve ji bo vegera ewle û bi rûmet li warê xwe ketine pêvajoya berxwedana gel.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Sultan Ziyab El Hemûd hat xwendin û bi dirûşmên “Şehîd namirin” radestî malbata wî hat kirin.
Sultan Ziyab El Hemûd ê ji xelkê bajarokê Suxne yê Humsê ye, 8’ê Kanûna 2024’an di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû.



