Bi wesîleya 100. salvegera serhildana bi pêşengtiya Şêx Seîd de, li bajarê Koln ê Almanyayê mîtîngekî girseyî hate lidarxistin.
Mîtîng ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û Enstituyên Kurd ve hate rêxistinkirin.
Beşdarên mîtîngê Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi bîr anîn.
Di mîtîngê de hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs û Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Şewket Çakir, axivîn û diyar kirin têkoşîna Rêber Apo dewama vê xeta berxwedana dîrokî ye.
“Serhildana 1925’an li dijî înkarkirina gelê Kurd e. Têkoşîna Gelê Kurd ya azadî û nasnameyê sed sale dewam dike. Pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin wê pêşeroja gelê Kurd diyar bike.”



