Yekitiya Jinên Ciwan û Tevegera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi meşeke meşaleyî şehîd Zilan bi bîranîn.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Aştî ve çû.
Meş li Qada Aştî vegerî mîtîngê.
Li wir hevseroka Werzîş û Ciwanan a kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û got:
“Şehîd Zîlan weke jineke ciwan di nava tevgear azadiyê de pêşengtî kir.
Ew bû xwedawenda jin. Ji lew re em ciwan hêza xwe ji hevrê Zîlan werdigirin.”
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan û şehîd namirin bi dawî bû.



