Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew bi îhtîmala rakirina cezayên li ser Îranê ne.
Li gorî Trump heger Îran “gotinek xirab” bi kar neyînine, ev biriyar wê pêk were.
Di hevdîtinek li gel Kenala Fox News ya Amerîkayê, Trump diyar kir ku heger Îranê xwedî baweriyek baş be ew cezyan li ser rakin an jî sivik bikin.
Trump got, Tehranê ne bi wê fikarê ye ku li pirojeya xwe ya nuklerî veger, niha ew pir westiya ye.
Her wekî Trump destnîşan kir ku şerê dawî ji bo Îranê biha bû û got:
“Îranê berî êrîşên Amerîkayê dem tunebû ku uranyuma dewlemend bike.
Dibe ku Tehran tenê çend hefte dûrî bidestxistina çekek nukleerî bû.”
Di dawiyê Trump anî ziman ku “dewlemend kirin” têgeheke ne başe, divê Îranê vê têgehê bikar neyîne.



