Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê rewşa hişyarî û belavbûna leşkerî ragihand.
Artêşa diyar kir ku armanca belav bûnê pêşî lêgirtin gefên dijî Îsraîlê pêk tên bigire.
Berdevkê artêşê Avichay Adraee di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên firqeya 210’an li seranserî xeta ji Cebel El Şêxo heta bi sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Urdin û Îsraîlê de belav bûye.
Avichay Adraee destnîşan kir ku Lîwaya Alexandroni (3) di vê hefteyê de avêtin ser embargehên cebilxane û çekan ên li herêmê.
Di encamê de hejmarek gumanbar destgîr kirin û veguhastin hundirê Îsraîlê.
Her wiha di 2 rojên dawîn de hêzên Îsraîlê derbasî hin deverên gundewarê Quneytirayê bûn.



