Di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de şandeyek ji 39 kesan wê ji Ewropayê biçe Tirkiyê.
Kampanyaya bi pêşengiya Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) di serî de Elmanya, Fransa, Belçîka û Swîsreyê kampanya li gelek welatên Ewropayê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de wê akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnas û sendîkavananên di şandeyê de, di navbera 1-2’ê Tîrmehê de li Stenbolê danûstandinan bike.
Şande wê destpêkê di 1’ê Tîrmehê de serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bike ku parêzeriyê ji Rêber Apo re dike.
Heman rojê wê serdana Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partî bike û paşê jî bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan re hevdîtinê bike.
Danûstandinên şandeyê wê 2’ê Tîrmehê bi civînanan dewam bike.
Di dawiya danûstandinan de jî wê encamname bê weşandin.



