Çeteyên dewleta Tirk û endamên “Ewlehiya Giştî” li ser rêya Dêr Hafirê 10 kes revandin.
Li gorî agahiyan ev 10 kes li ser benda kontrolê ya li ser rêya Dêr Hafirê hatine revandin
Li gorî şahidan, kesên hatine revandin ev in :
Fadî El Hemîdî El Xidir, Henan Nebîh Îbo, Amir Zekî Eseed, Mueyed Hesen El Hesen,
Muhened Hesen El Hesen, Hesen Feysel Şahîn, Ebdurehman Nûrî Hesen,
Hesen Mensûr, Husam El Salih, Ebdullezîz Şêxo.
Revandin û tirsandina welatiyan binpêkirina bendên 3 û 8’an a peymana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.
Li gorî benda 8’an a peymanê:
Divê tevgera çûnûhatinê ya şêniyên herdu taxan bi serbestî be.
Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê xwestî (metlûb) bû, were girtin.
Di benda 3’an de jî wiha tê gotin:
Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.
Di demên dawîn de bûyerên revandina şêniyan li ser rêya Dêr Hafir û Helebê de zêde bûye.
Tevî vê yekê hesab nayê pirsîn û aliyên têkildarî jî tu daxuyaniyên fermî nedane.



