Li Sûriyê di 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin û goreke komî hat dîtin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan derbarê vê yekê agahî belav kirin.
Li gorî Çavdêriyê li herêma Rewad a gundewarê rojavayê Dêrazorê goreke komî hat dîtin.
Hate diyarkirin ku ji gora komî bi kêmanî 8 term hatin derxistin.
Her wekî Çavdêriyê eşkere kir ku fermandarekî tîma endazyariyê ya girêdayî hikumeta veguhêz hat kuştin.
Hate diyarkirin ku fermandarê hatî kuştin ji Iraqê ye.
Her wiha li bajarokê Nemer ê Derayê keçeke ku pirsgirêkên dirûnî pê re hene, dayika xwe bi kêrê qetil kir .
Li taxa Remil a başûrê Laziqiyê jî 2 kesan bi kêran ciwanek qetil kir.
Li gundewarê rojhilat ê Humisê ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer 3 kes hatin kuştin.
Li devera Sebxa ya Tedmurê jî mayînek bi erebeya barkirina xwê ve teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.



