Serokkomarê Dewleta Tirk Erdogan piştî civîna Kabîneyê li ser gelek mijaran axivî. Yek ji wan jî pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bû.
Erdogan diyar kir ku hin kes hene hewl didin pêvajoyê jehrî bikin.
Erdogan diyar kir ku xebatên pêvajoyê di demeke kurt de mesafeyeke li pey xwe hiştiye û ew ji vê keyfxweş in û wiha domand: “Di demên pêş de wê zêdetir krîtîk bibe. Bûyerên di demên dawiyê de li herêma me qewimîn nîşan dan ku ev pêvajo çiqasî li cih e û gaveke çiqasî stratejîk e.”



