Tankerek petrolê ku zêdetirî milyonek bermîl hildigirt li peravên Lîbyayê teqiya, her çend saziyên fermî hîn sedem an encamên teqînê eşkere nekirine, lê diyar e zirareke mezin bi xwe re aniye.
Dezgehên medyayê ragihandin ku di odeya motorê ya tankera petrolê de teqînek çêbûye.
Li gorî berdevkê TMS Tankers, tanker ji bo nirxandina zirarê ber bi Yewnanistanê ve hat kişandin.
Şîrketa Yewnanî TMS Tankers(تي إم إس تانكرز ), ku tankera Vilamoura فيلامورا dixebitîne, ragihand ku di teqînê de ti birîndar an jî qirêjî çênebûye.
Her çend qezaya tankerê di 27ê Hezîrana 2025’an de qewimîbe jî, şîrketê heta roja Duşemê, 30’ê Hezîranê ev yek eşkere nekir.
Berdevkê şîrketê anî ziman ku tankereke petrolê ku nêzîkî 1 milyon bermîlên petrola xav hildigirt, di 27ê Hezîranê de li peravên Lîbyayê rastî teqînekê hat, lê ti agahî li ser birîndar an rijandinê nehatine belavkirin.
Keştiya tanker a bi navê Vilamora piştî ku ji bendera petrolê ya Zueitina ya li ser Kendava Sirtê ya Lîbyayê derket, ber bi Cîbraltarê ve diçû.



