Beriya 4 rojan agir bi daristanên bajarên Turkiyê ketibûn, heta niha jî hewildanên vemirandinê berdewam dikin.
Deswerdana li ser şewatên daristanan ên li navçeyên Akhisar, Ahmetli û Kula yên Manîsayê û navçeyên Seferihîsar û Menderes ên Îzmîrê berdewam dike.
Şewata ku di 29’ê Hezîranê de li Taxa Kuyucak a navçeya Menderes û Taxa Doxanbey a navçeya Seferihîsarê jî dest pê kirbû.
Ji ber bayê bihêz li qadeke berfireh belav bû lewma gelek avahî hatin valakirin.
Hewldanên vemirandina agir îro sibehê carek din bi çar balafir, 10 helîkopter û tîmên bejayî ve hatin destpê kirin.
Di roja 4’an şewatê de, li navçeya Akhîsarê jî di 28ê Hezîranê de agir dest pê kirbû, tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin.
Deswerdana agirê ku duh li navçeya Ahmetliyê derket, ji ber hewaya xurt agir gihîşt nav avahiyên herêmê.
agirê ku beriya 4 rojan destpê kiriye hîna jî bi xurtî berdewam dike.



