Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand, ji bo ku dan û standinên wan û Amerîkayê dest pê bikin divê Amerîka garantiyê bide ku êrişî Îranê neke
Şerê Îran û Îsraîlê 13ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê dest pê kir û Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê da zanîn ku agirbestê dest pê kiriye.
piştî destpêkirina şerê Israîl û Îranê, dan û sitendinên li ser muzakireyên Îran û Amerîka hatin rawestandin
Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî li Lûtkeya NATOyê got ku muzakereyên wan û Îranê wê hefteya pêşiya me careke din dest pê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî li ser mijarê ji CBS News re axivî.
Ebas Eraqçî diyar kir ku destpêkirina zû ya dan û standinan bi Amerîkayê re îhtimaleke dûr e, ji bo diyalog dîsa dest pê bike pêwîste Amerîka garantiyê bide wan ku êrişî Îranê neke.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşker kir ku ew bawer nake ku dan û standin ewqasî bilez dest pê bikin.
Ebas Eraqçî dest nîşan kir ku beriya biryarên dan û sitandinê bidin, pêwîste ew piştrastbin ku Amerîka di dema gotûbêjan de li hemberî wan êrişeke nû ya leşkerî pêk neyîne.
Her wiha Eraqcî teqez kir ku pêwîstiya wan hîn jî bi demê heye, lê di heman demê de deriyên dîplomasiyê ti carî nehatine girtin.
Wezîrê karê derve Ebas Eraqçî têkildarî bernameya wan a nûklerî wiha got:
Teknolojî û zanista dewlemendkirina uranyumê bi bombebaranê nayê tunekirin.
Wezîrê karê derve teqezî bi wê yekê kir wê dev ji dewlemendkirinê bernedin.
Derbarê peywendiyên bi Emerîkayê re jî Eraqçî got:
”Ji ber ku Emerîkayê xiyanet li zimanî dîplomasiyê dike û şerê derûnî li beramberî Îranê dimeşîne, baweriya Îranê ya bi Emerîkayê kêm bûye.”



