Hêzên Ewlehiya Giştî bi ser gundekî parêzgeha Humsê de girtin û gelek ciwanên gund girtin.
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Ewlehiya Giştî bi ser gundekî li gundewarê rojavayê Humsê, ku piraniya wan Şîe ne de girt.
Li gorî agahiyan Hêzên Ewlehiya Giştî bêyî ku sedemkê nîşan bidin gelek ciwanên gund girtin.
Di dema serdegirtinê de xelkê gund rastî lêdan, gulebaran û hewldana pêlêkirina bi erebeyan hatin.



