Duh bi şev li taxa Taslûce ya Silêmaniyê nêzî baregeha Yekîneya 70’ê ya pêşmergeyan, 2 dronên digeriyan hatine xistin.
Tê gotin ji ber ku diron li nav malan ketine bûye sedema tirsê.
Heya niha nayê zanîn ev dron girêdayî kîjan hêzêne, ji kuderê tên şandin û armanca wan çiye.
Hêjayî gotinê ye ku duh bi şev jî, li gundê Darebendî yê li nêzî balafirgeha Hewlêrê, 2 dronên xwekuj ketin xwarê.
Her wiha li Kampa Derkarê ya Zaxoyê ku civaka şêniyên wê civaka Êzîdî ya koçberbûyî ye drone nehatibû tespîtkirin ket.



