Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman li ser şerê Îran-Îsraîlê axivî.
Hanî Silêman diyar kir ku ev şer hevsengiyên nû derxistin holê.
Hanî destnîşan kir ku dibe di siberojê de ev şer bi awayekî bi bondortir dubare bibe.
Her wiha Hanî Silêman li ser sedema rawestandina şer got:
“Îran dê nikare bi awayekî vekirî li hember Amerîkayê rawest.
Îsraîl jî nikare welatiyên xwe êdî di bin mûşekan û di stargehan de bihêle.”
Şerê Îran-Îsraîlê ku weke şerê 12 rojan tê naskirin.
Îsraîl di sibeha 13’ê Hezîranê de bi dehan êrişên hewayî yên dijwar li ser deverên Îranê pêk anîn.
Di êvara heman rojê de Îranê jî bersiv da û bi moşekên balîstîk û dronan Îsraîlê bombebaran kir.
Amerîka jî di 22’ê Hezîranê de êrişî 3 tesîsên nukleerî yê Îranê kir.
Ev gurbûna ji nişka ve pirsên der barê sedemên rastîn ên ku Îsraîl û Amerîkayê ber bi vî şerî ve birin.
Her wiha Encamên şer ji bo her du aliyan û herêmê û sedemên rawestandina şer derxistine holê.
Hanî Silêman: Yek ji sedemên êrişa Îsraîlê lawazkirina rejîma Îranê
Têkildarî mijarê lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman ev şera ya nirxand.
Hanî Silêman diyar kir ku çend sedem ji bo destpêkirina şerê di navbera Tel Avîv û Tehranê de hene û got:
“Sedema yekem ji bo şerê Îsraîl-Îran eger ne tunekirin be, kêmkirina hêza nukleerî ya Îranê ye.
Ya duyemîn sînordarkirina bernameyên wê yên moşekên balîstîk û dronan e.
Ya sêyemîn lêdana balafirgehên leşkerî, depoyên mûşekan û dezghehên parastinê yên hesas, hêza leşkerî ya kevneşopî ya Îranê qels bike û di encamê de rejîma Îranê qels bike.
Ya dawî jî ku bi rêya lêxistina kesayetên rêberiyê yên bi bandor ên nêzîkî Rêberê Bilind rejîmê lawaz bike.”
Hanî Silêman: Dibe ku di siberojê de şerê Îsraîl-Îranê dubere bibe
Hanî Silêman destnîşan kir ku şer rejîma Îranê lawaz kir û beşek mezin ji hêzên wê yên leşkerî ji holê rakir, lê di heman demê de, şer Îsraîl jî westand û wiha pê de çû:
“Em dizanin ku êrişên Îsraîlê bandoreke mezin li Îranê kir.
Lê hêjayî gotinê ye ku bandora êrişên Îranê jî li ser Îsraîlê ne kêm bû.
Wan êrişa hevsendiyên nû yên pevçûnê danîn ku berê tunebûn.
Ev nîşan bide ku dibe di siberojê de ev şer bi awayekî bi bondortir dubare bibe. ”
Hanî Silêman: Îran nikare li hemberî Amerîkayê bisekine
Li gorî analîzan ku Hanî Silêman jî yek ji wan e, dê di siberojê de rewşeke ne aram hebe.
Hem Îsraîl û hem jî Îran ji bo bidestxistina armancên xwe ev şer bikar anîn.
Dibe ku her du alî di pêşerojê de hewl bidin ku dîsa bikevin nava pevçûnê.
Hevsengiyên heyî jî dibe ku herêmê ber bi pevçûn û pirsigrêkên mezintir ve bibe.



