HPG bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê got, “Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe heya serkeftinê berdewam bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG-NRÇ diyar kir ku Bahoz Şîlan, Cuma Goyî û Şiyar Kurdistan 12’ê Çileya 2025’an li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di encama bombebarana dijmin de şehîd bûn.
HPG-NRÇ derbarê têkoşîna her 3 şehîdan de wiha anî ziman:
“Hevrêyên me Bahoz, Cuma û Şiyar di berxwedana destanî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de cih girtin,
weke milîtanên fedayî yên Apoyî di şert û mercên herî zehmet de jî teredut nekirin û têkoşîn meşandin.
Hevrêyên me ji bo pêkanîna taktîkên demê israr kirin û li arazî û tunelan di tîmên gerîla yên pispor de cih girtin, gelek xebat bi serketî meşandin.
Hevrêyên me hemû êrîşên artêşa Tirk pûç kirin û bi berxwedana xwe hêza îradeya Apoyî îspat kirin.”
HPG-NRÇ sersaxî ji malbata her 3 şehîdan û hemû gelê Kurd ê welatparêz re şand û soza domandina têkoşînê heya pêkanîna serkeftinê da.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Bahoz Şîlan
Nav û Paşnav: Musa Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap

Nasnav: Cuma Goyî
Nav û Paşnav: Mehmet Urek
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Sarya Sadik
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap

Nasnav: Şiyar Kurdistan
Nav û Paşnav: Ahet Quwe
Cihê Jidayikbûnê: Mahabad
Navê Dayik – Bav: Kurdistan – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap



