Hêzên Girêdayî Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê li ser rêya Dêr Hafirê deh kes revandin.
Hat ragihandin çeteyan deh kesên li ser rêya Dêr Hafir ya Helebê ku revandine birine cihekî ne diyar û heta niha jî agahî ji wan nehatiye girtin.
Hat diyarkirin kesên hatine revandin Kurd in û ji Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê ne.
Navên kesên hatine revandin wiha ye;
Fadî El Xidir, Henan Nebî Îybo, Amir Zekî Esed, Mûeyed Hesen El Hisên, Muhened Hesen El Hisên, Hesen Fêsal Şahîn, Ebd El Rihman Nûrî Hesen, Hesen Mensor, Husem El Saleh û Ebd El Ezîz Şêxo.



