Sibê salvegera 7’emîn a şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan e.
Bi vê boneyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ew bi bîr anîn.
KCK’ê got , hevrê Fûat semboleke mezin a rasteqîn a Jiyana Pîroz û Heqîqetê bû.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Alî Haydar Kaytan ku 3’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
KCK’ê diyar kir ku şehîd Fûat weke sembola ‘Dilsoziya bi Rêbertî, Jiyana Pîroz û Heqîqetê’ û hevrê Riza jî weke smebola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ hatibûn ragihandin û got:
“Bêguman şehadeta hevalê Fûat ji bo tevgera me û gelê me gelekî giran bû.
Hebûna wî ji bo têkoşîna me çavkaniya rewşenbîrî, rêxistinî û zîhniyeteke mezin bû.
Meşa wî ya şoreşgerî ya nêzî nîv sedsalî ji bo tevger û gelê me nirxên gelekî mezin afirand.”
KCK’ê anî ziman ku şehîd Fûat her kêliya xwe bi têkoşînê, kedê, perwerdekirin û pêşengkirina hevrêyên xwe derbas kir û wiha domand:
“Hevrê Fûat ku zanayê çiyê bû, bi hêza wateyê ya ku bi danehevî, hêza fikrî û kûrahiya bêdawî ya hestewariyê, her tim bû hêz û daxwaza têkoşînê ji hevrêyên xwe re.
Dema ku Rêber Apo agahiya şehadeta wî bihîst, got ‘Ew hevrê bû ku min ji min çêtir fêhm kir’.
Hevrê Fûat semboleke mezin a rasteqîn a Jiyana Pîroz û Heqîqetê bû.
Hevrêyek bû ku heq dike bi vî rengî bê fêhmkirin û bîranîn.”
KCK’ê herî dawî bang li gel kir ku di salvegera şehadet wî de şehîd Fuad bi bîr bînin û got,
“Bi bicihanîna Sosyalîzma Civaka Demokratîk re di şexsê hevrê Fûat de em ê armanca azadiyê ya pîroz a şehîdên xwe yên azadiyê û şoreşê pêk bînin.”



