Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera 32’emîn de qurbaniyên Komkujiya Madimakê ya Sêwasê bi bîr anî .
Komîteyê diyar kir ku wê vê komkujiyê nedin jibîrkirin û hesabê wê bipirsin.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got,
“Di ser Komkujiya Madimak a Sêwasê re 32 sal derbas bûn.
Agirê komkujiyê hîn jî li cografya Kurdistan û Tirkiyeyê dişewitîne.
Komkujiya Madimakê ya Sêwasê xelekek ji polîtîkaya komkujiyan a dewletê ye. ”
Komîteyê di berdewamî de diyar kir ku dewleta Tirk weke doh îro jî Elewiyan û baeriya Elewiyan tine dihesibîne.
Maf û daxwazên herî xwezayî yên Elewiyan qebûl nake, polîtîkayên asîmîlasyonê dewam dike.
Ji ber vê yekê têkoşîna yekbûyî ya gelan weke pêwîstiyekê li pêşiya me ye.”



