YNK’ê êrişa bi dronan ya li dijî baregeha Yekîneya 70 ya pêşmergeyan a li Silêmaniyê şermezar kir.
YNK’ê ragihand armanca van kiryaran binpêkirina serweriya ax û qada hewayî ya Iraq û Kurdistanê ye û ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan xistina metirsiyê ye.
YNK’ê bang li Serokwezîrê Iraqê kir ku ji bo eşkerekirina rastiyan û destnîşankirina çavkaniya sereke ya mûşek û dronan, lijneyek lêpirsînê ya lezgîn ava bike.
YNK’ê daxwaz kir ku mal û milkên welatiyan û serweriya welat were parastin da ku pêşî li her kiryarek ku ewlehî û jiyana hevbeş a welat têk bibe were girtin.



