Li welatên wekî Portugal û Spanyayê yên li başûrrojavayê Ewropayê germahî gelekî zêde bûye.
Li gorî zaniyaran hate ragihandin ku pileya germahiyê gihîştiye 46,6 pileyan.
Li Madrida paytexta Spanyayê, ji ber pêla germajiyê xelk li cihên giştî xwe didin ber avê.
Beşeke din jî bi ava fêkiyan a sar hinavên xwe hênik dikin.
Hin ji van şêniyên Madridê yê li ser hewaya germ wiha dibêjin:
“Ez hatime derve da ku xwe hênik bikim, ji ber hewa gelekî germ e û mayîna li malê acizker e.”
Pêla germahiyê ne tenê Spanya, piraniya welatên başûrê parzemîna Ewropayê jî daye ber xwe.
Îsal ev pêla yekem a germahiyê ye li Ewropayê û pileya herî bilind jî li Portugalê hat tomarkirin ku 46,6 pile bû.
Ji ber germahiyê metirsî li ser hinek herêmên Fransayê çêbûye û daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku li malên xwe bimînin.
Ji ber germahiyê li Fransayê hezar û 350 dibistan hatine girtin
Her wiha biryara girtina hezar û 350 dibistanan jî hat derxistin.
Xwendekar Manuel Catrayu jî wiha ji ajansa AFP dibêje:
“Hûn dibînin her roj cîhan germtir dibe.
Divê hikûmet ji bo parastina jîngehê tiştekî bike.
Em hemû dizanin ku pincar pişikên erdê ne, lewra divê çavê me li xwezayê be.”
Pêla germahiyê wiha kiriye ku li Spanya û Portugalê rojên herî germ ên meha Hezîranê di dîrokê de tomar bikin.
Berê ev yek nebû û êdî başûrê Spanyayê 46 pile tomar kir.
Ji bo rûbirûbûna vê germahiyê bajaran çend tedbîr wergirtine, li Marsellieyê hewzên giştî yên avjeniyê belaş in û li Bordeauxê jî dema vekirina parkan heta demjimêr 23:00an hat dirêjkirin.



