Li Idlibê dengê teqînên xurt hat bihîstin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî balafireke bêmirov kargeha çêkirina cebilxane û depokirina wê bombebaran kir.
Kargeh ya komên leşkerî yên biyanî (Tirkistanî û Ozpekistanî) li nêzî bajarokên Kefriya û Fûa ye.
Hemwextî wê balafireke bêmirov a nenas li herêmê digeriya.
Ji ber teqîna li kargeha çêkirina cebilxaneyan û depokirina wê bajarê Idlib û derdora wê hejiyan.
Ew depo û kargeh ên komên leşkerî yên biyanî (Tirkistanî û Ozpekistanî) ne yên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.
Teqîn li avahiyekê li nêzî bajarokên Kefriya û Fûa yên nêzî Idlibê pêk hat.
Hemwextî teqînan balafireke bêmirov a nenas li herêmê digeriya û heta 20 deqeyan depo û kargeh diteqiya.
Komên destwerdana lezgîn nikarin destwerdan bikira.
Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 10 biyanî hatin kuştin û 9 birîndar bûne.



