Di nava 2 rojên derbasbûyî de 9 welatiyên Kurd ku çalakvan û hunermendin li Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.
Girtina van welatiyên Kurd, bêyî fermana dadweriyê pêk hatiye.
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihad ku di 1’ê Tîrmehê de 5 welatiyên Kurd Awat Elî Pur, Hejar Ebdullah Pur, Enwer Îbrahîm Zade, Simko Merufî û Îsmaîl Sanyar li bajarokê Bokanê hatine girtin.
Hate zanîn ku Îsmaîl Sanyar û Simko Merufî girtiyên berê yên siyasî ne.
Her wiha welatiyek Kurd bi navê Fayeq Bastan (62) jî di encama serdegirtina mala wî de hate girtin.
Di heman rojê de hunermendê Kurd bi navê Nasih Mistefayî hate girtin û çarenûsa wî ne diyar e.
Di 2’yê Tîrmehê de jî hêzên Îtaeletê bi ser mala çalakvanê Kurd Musa Umêdî de girt û dest danîn ser kel û pelên wî yê şexsî.
Dîsa di heman rojê de nivîskar û derhênerê Kurd Elî Qebçaqşahî yê ji bajarokê Nexede yê Urmiyeyê, ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin û birin cihekî nediyar.



