Hate ragihand ku 7 Kurdên ji Herêma Kurdistanê ev du meh in li Lîbyayê hatine girtin.
Ev 7 kesan berê xwe dane Lîbyayê da ku herin Ewropayê.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Mûsena Emîn Ji bo çareserkirina rewşa wan û vegerandina wan a ji bo welêt di rojên pêş de gavên pêwîst biavêjin.”FILM
Lîbya ji ber cihê xwe yê stratejîk û nêzîkbûna xwe ya bi Îtalyayê re, ji bo koçberan wekî welatekî sereke yê derbasbûnê ye.
Hate ragihand ku 7 Kurdên ji Herêma Kurdistanê ev du meh in li Lîbyayê hatine girtin.
Ev 7 kesan berê xwe dane Lîbyayê da ku herin Ewropayê.
Lê di dawiyê de hewldana wan biserneket û hatin girtin.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Mûsena Emîn li ser mijarê axvî.
Mûsena Emîn da zanîn ku 7 welatiyên Kurd ên ji Herêma Kurdistanê dema ku xwestin ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Lîbyayê ve hatin girtin.
Li gorî Mûsena ji bo vegerandina wan wê gavên pêwîst biavêjin
Mûsena Emîn gotinên Balyozê Îraqê yê Lîbyayê Ehmed Sehaf wiha veguhast:
“Ez ê îro serdana wan ciwanan bikim. Em ê her tiştê ku pêwîstiya wan pê heye ji wan re dabîn bikin.
Ji bo çareserkirina rewşa wan û vegerandina wan a ji bo welêt di rojên pêş de gavên pêwîst biavêjin.”
Hate ragihandin ku 6 ji girtiyan ji navçeya Raperînê Silêmaniyê ne û yê din jî ji parêzgeha Hewlêrê ye.
Karwan Mecîd birayê yek ji girtiyan Daban Mecîd anî ziman ku komê roja 23’yê Nîsanê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Misrê ve û paşê çûne Lîbyayê “ji bo ku ji wir koçî Ewropayê bikin.”
Her wiha Karwan diyar kir ku roja din ew winda bûn û piştre Daban pêwendî bi malbatê re kir û wiha got:
”Em li Lîbyayê hatine girtin.”
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ragihand ku di sala 2024’an de nêzîkî 719 hezar koçber li Lîbyayê hatine tomarkirin.
Derbasbûna Deryaya Spî yek ji rêyên herî kujer ên koçberiyê ye.
Li gorî IOM’ê, ji sala 2014’an ve zêdetirî 31 hezar û 700 kesî li deryayê jiyana xwe ji dest daye yan jî winda bûne.
Her sal bi hezaran Kurd hewl didin ku vê rêwîtiya metirsîdar a ber bi Ewropayê ve bikin û gelek ji wan di Lîbyayê re derbas dibin.



