Cara yekem, welatiyekî sûrî ji nava welatiyên Yekîtiya Ewropayê tê dersînorkirin.
Herî dawiyê Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê, ragihand ku wan welatiyekî Sûriyeyî ku ceza girtiye dersînrokirine.
Wezîrê Karên Hundir Gerhard Karner, diyar kir ku ev biryar ‘di çarçoveya siyaseta penaberiyê hişk lê adilane’ de hatiye girtin.
Her wekî got ku “Awûstûrya niha ne tenê sûcdarên ku ceza girtine dersînor dike, lê belê vê yekê li hember Sûriyê jî pêk tîne û ew ê vê rêyê bi biryardarî bidomînin.”
Karner, di dawiya Nîsanê de bi Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê re serdana Sûriyê kiribû û li ser mijarên vegera penaberan û ewlehiyê hevdîtin kiribûn.
Awûstûrya pêvajoya qanûnî da destpêkirin da ku statuya penaberiyê ya nêzîkî 2,900 Sûriyan betal bike û serlêdanên yekbûna malbatê bi tevahî rawestandiye.
Tê plankirin ku ev pêngav li ser neteweyên din jî were berfirehkirin.



