Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan ragihand, ew di pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de derbasî qaonaxeke nû dibin û anî ziman divê êdî komîsyona li meclisê bê avakirin.
Her wiha Ayşegul diyar kir di hefteya pêş de wê di mijara çekdanînê de jî wê pêşketinên nû çêbin.
Ayşegul Dogan derbarê civîna civîna Desteya Rêvebir a Navendî ya DEM Partî daxuyaniya çapemeniyê da.
Ayşegul diyar kir gelek lingên vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk hene, yek ji wan jî avakirina komîsyoneke li meclisê ye û got,
“Di mijara komîsyonê de, di nava civakê û partiyên siyasî de lihevkirinek çêbuye. Divê ev komîsyon bi sererastkirineke qanûnî bê avakirin. Em li benda çi ne?
Girînge ku ev komîsyon ji bo aştiya civakî xwe bighîne hemû beşên civakê û bê xwestin ji kesên pispor derbarê mijarê de belge û raporan bixwaze.”
Ayşegul Dogan: Di pêvajoyê de em derbasî qonaxeke nû dibin
Her wiha Berdevka DEM Partî diyar kir ew derbasî merheleyeke nû dibin anî ziman di hefteya pêş de ew ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin û got,
“Weke pêwîstiyeke bîryarên kongreya PKK’ê wê li başûrê Kurdistanê derbarê çekdanînê de pêşketinên nû çê bibin.”
Ayşegul Dogan: Em li bendê di nava çend rojan de birêz Ocalan daxuyaniyê bide
Ayşegul anî ziman ji bo şer bi dawî bibe û çek ji dewrê derkevin divê ya pêwîst bê kirin û diyar kir ew li bendê ne di nava çend rojan de derbarê mijarê de Rêber Apo daxuyaniyekê bide.



