Hikumeta veguhêz a Sûriyê peykerê li qada Seedellah Cabirî ya li Helebê rakir.
Di dema rakirinê de, peyker xerab bû.
Hin kesên ku dîmenên wê dikişandin, bi rengekî olperest behsa peyker dikirin.
Hikumeta veguhêz dibêje wan ev peyker birine cihê sererastkirinê paşê wî bibin cihekî bi ewle.
Ev dîmenên rakirina peykerê li Helebê ye.
Rakirina peyker bi biryareke fermî pêk hatiye.
Lê di dema rakirinê de, parçe ji peyker dişkên û xerab dibin.
Ev bû sedema nerazîbûneke mezin di nava civaka Sûriyê de.
Çimkî hin kesê dîmenên wê dikişînin dibêjin ku peykerên ji aliyê kafiran ve hatine danîn û îbadet ji wan re tê kirin, divê rabin.
Rêveberiya şûnwar û mûzexaneyan a Helebê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan ev peyker rakirine da ku wî jinûve sererast bikin û ji bo qîmeta wî, bibin cihekî bi ewle.
Li gor biryarê, wê vê qadê ji bo çalakiyên gerlêrî amade bikin.



