Di merasîma bibîranînê ya şehîd Stêra Sîser de, axêveran tekezî li ser pabendbûna bi prensîbên jinên azad, li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, têkbirina zihniyeta baviksalar û vegerandina nasnameyê kir.
Li bajarê Helebê jî şehîd Stêra Sîser ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava refên Yekîneyên Parastina Jin de şehîd bû, bi merasîmeke xiyabî hat bibîranîn.
Li wir jî kesên axivîn tekoşeriya şehîdan bi bîr xistin û gotin:
“Dijmin dixwaze gelê Kurd tune bike lê em ê bi saya keda şehîdan û têkoşîna heyî dijmin têk bir”



