Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Thomas Barrack ji rojnameya New York Times re got:
Hikumeta veguhêz a Sûriyê û Îsraîl di bin çavdêriya Amerîkayê de.
Thomas Barrack diyar kir ku di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyê û Îsraîlê de, dan û standinên cidî tên kirin, da ku rewşa li ser sînorê aram bibe.
Barrack da zanîn ku rêveberiya Trump dixwaze Sûriye tev li Peymana Abraham bibe, lê ji bo vê mijarê dem divê.
Barrack destnîşan kir dibe ku serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê, Ehmed El Şeri, der barê tevlêbûna van peymanan de rastî dijberiya navxweyî were, ji ber ku Sûriyî nikarin bibînin ku serokê wan mecbûr dibe ku tev li van peymanan bibe.



