Li Çiyayê Gabarê yê Şirnaxê ku li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin dîmenê nû hat belavkirin.
Di dîmen de jî xuya dike ku her derê çiya hatiye kolandin û dûman hildikişe.
Hirçek li wir maye ji ber wêraniyê direve û bi hezaran dar hatine birîn.
Çiyayê Gabar ku xwedî florayeke dewelemend e û bi daristan e.
Ev flora û daristan ji ber birîna daran ber bi çolbûnê ve diçe.
Ji ber xebatên petrolê dînamît tên teqandin û ew dînamît jî dibe sedema erozyona axê û qirêjbûna avê.
Ji ber qirêjiya avê gelek gundên li nêzî Gabarê bê av man e.
Welatiyekî/e bi telefona xwe dîmenên rewşa dawî ya wêrankirina Çiyayê Gabarê tomar kir.
Di dîmenan de Cihên ku hatiyê kolandin di nav dûmana axê de maye û dûman radibe.
Ji aliyekî ve birîna daran ji aliyê din ve jî kolandina her derê çiya di dîmen de jî bi awayekî zelal xuya dike.



