Qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a Rêber Apo û girtiyên din didome.
Îro Malbat û wasiyê Rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbata Rêber Apo hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû.
Di hevdîtinê de Rêber Apo destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.
Piştî vê hevdîtinê, di 7’ê Hezîrana 2025’an de cara sêyemîn hevdîtina malbatê hat kirin.
di heman demê de Rêber Apo piştî 26 salan cara yekem bi du xwarziyên xwe re hevdîtin kir.



