Artêşa Pakistanê ragihand kir ku li ser sînorê Efganistanê 30 endamên Talîbana Pakistanê hatin kuştin.
Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, “Hêzên ewlekariyê bi profesyoneliyeke mezin û amadekariyeke bi hişyarî pêşî li felaketeke gengaz girtin.”
Her wiha artêşa Pakistanê ragihand ku wan hejmareke zêde çek, cebilxane û teqemenî desteser kirine.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlekariyê hewldaneke serdegirtinê asteng kirine.
Şerîf teqez kir ku ew bi biryar in her şêwe terorîzmê li welêt bi dawî bikin.
Roja Şemiyê Talîbana Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhva (bakurrojava) êrişeke xwekujî kiribû û herî kêm 16 leşker kuştibûn.
Talîbana Pakistanê berpirsyariya wê êrişê girtibû ser xwe û diyar kirin ku êriş ji aliyê tûgaya wan ya xwekujî ve hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî deshilata Efxanîstanê ket destê talînab, li ser sînorê Efganistan û Pakistanê pevçûn zêde bûne.
Li heman herêmê hefteya derbasbûyî jî 16 leşkerên Pakistanê di êrîşeke rêxistina Talîbanê de hatibûn kuştin.



