Putin di pêwendiyeke telefonî de ji Donald Trump re got ku Moskow ji armancên xwe yên li Ukraynayê paşve gav navêje, lê dîsa jî dixwaze çareseriyeke danûstandinan ji bo vê nakokiyê peyda bike.
Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump bi riya telefonê nîqaşeke berfireh li ser rewşa Îran, Rojhilata Navîn û Ukraniyayê kirin e.
Di pêwendiya telefonî de, Putin tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke dîplomatîk ji bo nakokiyên Rojhilata Navîn kiriye.
Li gorî Kremlînê, Vladîmîr Pûtîn ji Donald Trump re gotiye ku Moskow ji armancên xwe yên li Ukraynayê paşve gav navêje, lê dîsa jî dixwaze çareseriyeke danûstandinan ji bo vê nakokiyê peyda bike.
Li aliyek din ajansa Reutersê ragihand, Trump ji Pûtîn xwastiye ku şerê Ukraniyayê bidawî bike.
Reutersê diyar kir ku Putin gotiye, Moskow amade ye danûstandinan bidomîne, lê ew dixwaze sedemên bingehîn werin çareserkirin.
Li gorî AFPê, Putin ji Trump re gotiye ku ew amadene gera nû ya danûstandinan bi Kîevê re destpê bikin.
Di van axaftinên telefonê de, Putin û Trump behsa şerê di navbera Îran û Îsraîlê de jî kirin e.



