Artêşa Îsraîlê careke din êrişî kampa koçberan li devera El Muwasî ya rojavayî Xan Yûnisê kirin.
Di encamê vê êrişê de 15 kes hatin kuştin û hijmarek jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan ya Filistînê ragihand ku bi kêmanî 15 welatî hatin kuştin ku piraniya wan ji malbatekê ne.
Her wiha li gorî heman ajansê Israîlê kampa Muiyasî vê carê ya li Refehê hate bombebaran kirin.
Di nava van êrişan de, Îsraîlê malên li başûrê bajarê Xan Yûnisê bombebaran kirin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji vê sibehê ve di êrişên Îsraîlê yên Ii ser Xezayê de 63 kes hatin kuştin.
Trump: Ez ji bo xelkê Xezeyê ewlehiyê dixwazim
Li aliyê din Koşka Spî hazirtiya pêşwazîkirina Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu dike.
Ev serdan wê ji bo agirbesta li Xezayê be.
Li Baregeha Andrews, ji serokê Amerîkayê hat pirsîn ka gelo ew hîn jî dixwaze Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kontrola Filistînî bigire destê xwe, Trump wiha got:
“Ez ewlehiyê ji gelê Xezeyê re dixwazim. Ew di dojehê re derbas bûn.”
Di derbarê pirsa ka Hamas pêşniyara agirbestê qebûl kiriye yan na, ev bersiv hate dayîn:
“Em ê di 24 saetên bê de bizanin.”
Beriya niha Kanala 11 a Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu malbatên girtiyên Îsraîlî agahdar kiriye ku ew peymana pevguhertina girtiyan wekî beşek ji agirbesta 60 rojî ya pêşniyarkirî li Xezeyê erê dike.
Dezgehên medyayê yên Îsraîlê diyar kirin ku Hamas wê di demjimêrên pêş de bersiva xwe ya ji bo agirbesta pêşniyarkirî ya bi Îsraîlê re pêşkêş bike.
Hemas ji aliyê xwe ve diyar dike ku ew pêşniyara agirbestê ya ji bo Xezeyê bi aliyên din ên Filistînî re nîqaş dike.
Her wiha Hemas piştrast kir ku ew piştî ku şêwir biqedin biryara dawî radestî navbeynkaran bike û bi fermî ragihîne.
Di şerê 21 mehî yê di navbera Îsraîl û Hamasê de, agirbesta yekem di Mijdara 2023an de ket meriyetê, lê tenê hefteyek dom kir.
Di wê demê de, 105 girtî ji Xezeyê di berdêla bi dehan girtiyên Filistînî de hatin berdan.



