Îranê piştî ku di 13’ê Hezîranê de ji ber şerê bi Îsraîlê re qada xwe ya hewayî girtibû, ji nû ve vekir. Piraniya balafirgehên li seranserê welat ji nû ve dest bi xizmetê dikin.
Îranê destpêka êrişan qada xwe ya hewayî li geştên navneteweyî û navxweyî girtibû.
Medya Îranê ragihand ku Îranê ji nû ve qada xwe ya hewayî vekiriye.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, piraniya balafirgehên li seranserê welat ji duh ve dest bi kar kirine.
Qada hewayî ya Îranê wê ji saet 05:00’ê sibehê heta 18:00’ê êvarê bi dema herêmî ji bo firînên transît ên navneteweyî vekirî be.
Lê balafirgehên Îsfahan û Tebrîzê heta niha girtî ne.
Ajansa nûçeyan a IRNA’yê ragihand ku balafirgehên Mehrabad û Îmam Xumeynî yên Tehranê, her wiha balafirgehên li bakur, rojhilat, rojava û başûrê welat ji nû ve hatine vekirin û ji bo firînan amade ne.



