Hêzên Ewlekariya Hinndirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamekî xwe ku sûc kiriye girt.
Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hindirîn ji Ronahî TV re eşkere kir ku endamê wan ê ku gule berda zarokekî û di encamê de jiyana xwe ji dest da, hat girtin.
Çavkaniyê da zanîn ku ew niha lêpisînê dikin û piştre dê encaman bi raya giştî re parve bikin.
Berî çend rojan, li Reqayê zarokek li ser rêbendekî Hêzên Ewlekariyê bi guleyê jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Ewlekariyê bi daxuyaniyekê got ku endamê wan ew zarok “kuştiye” û reviyaye.
Her wekî diyar kir ku ew wekî Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hindirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê van kirinên bi vî rengî qebûl nakin û dê sûcdar were darizandin.



