Rayedarên Malezyayê di çend operasyonan de 36 kesên girêdayî DAIŞê girtin.
Rayedarên Malezyayê toreke terorîstî ji hev xistin ku medyaya civakî ji bo belavkirina raman û berhevkirina pereyan di xizmeta DAIŞê de bi kar tanîn.
Mufetîşê Giştî yê Polîsan Mihemed Xalid Îsmaîl di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku rayedaran ji Nîsana borî ve di gelek operasyonan de 36 kes girtine, ku hemû ji bo kar hatibûn Malezyayê.
Mihemed Xalid Îsmaîl destnîşan kir ku, li gorî agahiyên polîsan, tor bi armanca karkerên din endaman peyda kirine û medyaya civakî ji bo belavkirina ramanên tundrew bikar anîne.
Îsmaî diyar kir ku ew pere bi rêya xizmetên veguhestina pereyan ên navneteweyî û berîkên elektronîkî hatine berhevkirin da ku ji rêxistina terorîst a DAIŞê re werin şandin.
Mihemed Xalid Îsmaîl ragihand ku pênc kes bi sûcê endametiya rêxistineke terorîst hatine tawanbarkirin, 15 kesên din wê werin dersînorkirin, û 16 kes jî heta lêpirsîna bêtir di bin çavdêriyê de ne.



