Wezîrê karên hundir ê Almanyayê Alexander Dobrindt ragihand ku niyeta wan heye ku ji bo vegerandina penaberên sûriyeyî dest bi dan û standinan bikin.
Li gorî rojnameya Focus a Almanyayê, Dobrindt gotiye: “Der barê vê mijarê de tu peymanên zelal ên Almanyayê bi Sûriyeyê re tune ne. Lê ji bo vegerandina penaberan têkiliyên berdewam bi Şamê re hene, lê encam hê zelal nebûne.”
Wezîrê Alman destnîşan kir ku dan û standinên ku welatî wî hewl dide pêk bîne, ne tenê Sûriyeyê, di heman demê ji bo dersînorkirina penaberên Afgan e ku ji ber sûcan hatine mehkûmkirin.
Dobrindt got Almanya hewl dide hejmara penaberên ku salane pêşwazî dike, kêm bibe û bibe 200 hezar.
Dobrindt destnîşan kir ku welatê wî niha zêdetîrî 600 hezar kesên serlêdana penaberiyê dikin, tevî milyonek û 200 hezar ukraynayiyan pêşwazî dike. Her wiha anî ziman ku ev hejmar ji kapasîteya welêt zêdetir e.
Parlamentoya Almanyayê jî vê dawiyê pêşnûmeya qanûnî ya yekbûna malbatan ji bo du salan pejirand. Pêşnûme rewşên mirovî yên awarte, penaberên ku li welatê xwe di bin gefa îşkence an darvekirin an jî muameleya xirab de ne, nagire nava xwe. Li gorî pêşnûmeyê qedexe ye penaberên ku mafê parastinê wergirtibin, xizmên xwe yên di asta yekemîn de bînin.
Dobrindt pêşnûmeya qanûnê pêşkêş kir û îdia kir ku armanca wê “şikandina modela karê çeteyên sûcan e ku rewşê bi kar tînin.”
Her wiha pêşbîn kir ku hejmara penaberan salane bi qasî 12 hezar kesî kêm bibe û zext li ser hikumet û civakê kêm bibe.
Partiyên Hevpeymaniya Desthilatdar, Partiya Demokratên Xiristiyan, Partiya Sosyal a Demokrat û Partiya Alternatîf ji bo Almanya, piştgirî da pêşnûmeyê, lê Partiya Kesk û Partiya Çepgir li dijî wê derketin.



