Artêşa Îsraîlê li nêzî Şamê tevgerên nenormal pêk anîn. Bi taybetî li nêzî bajarokê Yafûr heta bi keleha Cendel a herêma Cebel El Şêx. Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku artêşa Îsraîlê hêzên xwe li bajarokekî bi cih kirin ku 10 kîlometreyan ji Şamê dûr e.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Îsraîlê di saetên dawîn de tevgerên nenormal li nêzî sînorê Sûriye – Lubnanê pêk anîn. Bi taybetî li bajarokê Yafûr heta bi keleha Cendel a herêma Cebel El Şêx a ku nêzî 18 kîlometreyan ji Şamê dûr e.
Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê derbasî gundê Rezke yê li ber sînorê Lubnanê bû. Ev jî wekî tevgereke nenormal hat dîtin.
SOHR’ê destnîşan kir ku Îsraîlê hewl dide rêyên di navbera Sûriyeyê û Îsraîlê de bigire û Hizbullah bixe çemberê.
Hêzên Îsraîlê her wiha derbasî Foca 36’an a li nêzî keleha Cendel a rejîma berê ya ku ji aliyê Hizbullah ve dihat bikaranîn, bû.
Li ezmanê bajarokê Yafûr jî helîkopterên Îsraîlê geriyan û leşker li heman bajarokî bi cih kirin.



