Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 11’ê Gulanê de li Amedê avabûna xwe ragihandibû.
Armanca însiyatîfê ew e ku karibe bi çareseriya adil, wekhevîxwaz û demokratîk tevkariyê li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike.
Her wiha, di navbera Kurdan de jî xebatên yekîtiyê bilezîne.
Endamê Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Alî Aydin axivî. Diyar kir ku ti şenxekî wisa yê Kurdan êdî nemaye ku karibin yekîtiya neteweyî dereng bixînin an jî taloq bikin.
Aydin ragihand ku ji bo demokrasiyê û yekîtiya Kurdan Konferansa Neteweyî pêwîstî ye, ew nebe nabe.
Her wiha diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku ev êdî pêdiviyeke wisa ye ku nabe were taloqkirin.
Mehmet Alî Aydin: Em ê daxwaz bikin biçin Îmraliyê
Aydin ragihand ku di çarçoveya Yekîtiya Neteweyî de wê bixwazibin Rêber Apo jî bibînin û got: “Em bawer dikin PDK, YNK û partiyên din ên siyasî yên Kurd jî wê tevkariyê li konferansê bikin. Banga birêz Ocalan jî hebû. Nêrîna me ew e hemû beşên Kurdistanî teqez bersiveke erênî bidin vê bangê.”
Aydin got “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” jî ji bo konferansa neteweyî bingehekî çêdike û bendewariya hemû gelê Kurd jî ev e.
Endamê Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Alî Aydin wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Em bi hêvî ne, em dibêjin ev ê ne di demeke dirêj de be. Wê di demeke kurt de çêbibe. Di vê çarçoveyê de erk û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan.”



