Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif polîtîkayên hikûmeta veguhêz a Sûriyê rexne kir.
Foza Yûsif diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê di amadekariyên ji bo destûr û parlamentoya nû de rêbaza wêdekirinê didomîne û beşdariya takekesî wê îradeya gel temsîl neke.
Foza Yûsûf anî ziman ku komîteya ku ji bo vegera bi ewle ya ji bo herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serekaniyê hatine avakirin, hîna dest bi xebatê nekirine û banga berpirsyariyê li hikûmeta Şamê kir û got:
“Amadekariyên avakirina parlamentoyekî ku hemû Sûriyê bigire nava xwe tê kirin, lê heta niha bi şandeya me ya muzakereyê re neketine ti têkiliyê.
Li aliyê din rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meclîsên gel hene, heta niha bi wan re jî ti têkilî nehatiye danîn.”
Foza Yûsûf di dawiyê de wiha got:
“Ji bo ku hemû aliyên Sûriyê û her kes bi hev re Sûriyeyekî demokratîk ava bikin, divê berpirsyariyên mezin bigirin.
Divê her kes ji bo çareserî û diyalogê bixebite.
Divê em hemû ji hemû pêkanîn û helwestên ku vê yekê qels bike, xwe biparêzin.
Ji bo yekîtiya Sûriyê divê dawî li polîtîkayên wêdekirinê bê anîn.”



