Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li Sûriyê di 24 saetên dawîn de 10 kes hatine kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku li bajarê Hemayê dilxwezekî berê yê Kompanyaya Ewlekariya Leşkerî ya Arza di gulebarana rasterast a çekdarên nenas de hate kuştin.
Li ser rêya Asreya ya gundewarên bajar jî endamekî Yekîneya 86’an a Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz di êrişa li dijî erebeya wî de hat kuştin.
Li Laziqiyê jî endamên li ser benda kontrolê ya gundê El Burcan ciwanek ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitî, gulebaran kir û ew qetil kir.
Li taxa Cibêlê ya bajarê Dêrazorê ciwanekî berê 2 rojan di encama gulebaranê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê Dêrazorê jî di gulebaranê de kesek hat kuştin.
Li Dîmasê ya gundewarên Şamê jî 2 cenaze hatin dîtin, li rojavayê Bendava Zeyzûn a Sehil El Xab a li rojavayê Dêrazorê jî cenazeyek hat dîtin.
Her wiha li Wargeha Hesen Bin El Heysem a li Humisê jî cenazeyê jinekê û hevserê wê ku bi guleyan hatibûn kuştin, hatin dîtin.



