Li Rojhialtê Kurdistanê û Îranê di nava meha Hezîranê de 108 kes hatin darvekirin û 900 kes jî hatine binçavkirin.
Malpera Dengê Destgîrkiriyan a Kurd û Îranê bi daxuyaniyekê amarên binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên meha Hezîranê aşkera kir.
Li gorî wê di meha Hezîranê de 108 girtî hatin bidarvekirin û 900 kes jî hatine destgîrkirin.
Li gorî Malpera Dengê Destgîrkiriyan a Kurd û Îranê, 108 girtiyên hatine bidarvekirin, ji wan 3 jê jin, 11 Belûc, 7 Kurd û 6 kes jî ji Efganistanê ne.
Hate ragihandin ku 900 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine destgîrkirin.
Her wiha dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê li Rizgar Begzade Babamîr biriye ku di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin.



