Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsevî di peyameke xwe de balkêşa ser êrîşên Îsraîl yên li ser Îranê û got:
“Eger Îsraîl careke din êrîşî Îranê bike, Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.”
Li gorî Mûsewî êrîşên li ser Îranê beşek ji planeke demdirêje û wiha anî ziman:
“Dijminan 15 salin ji bo vî şerê ku li ser me ferz kiriye plansazî dikir.
Wan li nav Îranê kes perwerde kirin û birêxistin kirin.
Wan plan dikir ku Îranê birûxînin û dabeş bikin, lê miletê Îranê bi ser ket.”
Ebdulrehîm Mûsevî di egera êrîşek din a ser Îranê de, gef li Îsraîlê xwar û got,
“Eger careke din êrîşî Îranê bikin, dê bibînin ka em dê çi bikin.
Wê demê Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.”



