Medyaya Filistînî anî ziman ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de zarok jî di nav de, 19 kes hatine kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê (SAfA) ragihand ku di bombebarana vê sibehê ya li ser Dibistana El Şafî ya li herêma Asqûla ya taxa El Zeytûn a li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê de, 5 welatî hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn.
Her wiha da zanîn ku li kampa Mewasî ya li bajarokê Qerara yê bakurê rojavayê bajarê Xan Yûnisê yên li başûrê Xezayê de jî 6 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Ajansê diyar kir ku ciwanek ku çend roj berê di êrişa li dijî heman kampê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Navenda Tenduristiyê ya Nasir jî, di êrişa li ser kampa Mewasî de 6 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûne.



